Cotkarên Kurdistanê êdî xema bazirganiya berhemên xwe naxwin

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêngavên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo danasîna berhemên cotkaran û peydakirina bazarên derve ji bo firotina berhemên wan, bûye sedem ku cotkar zêdetir giringiyê bi çandiniyê bidin.

Xesro Caf ku cotkarekî deşta Şarezorê ye ji K24ê re got: “Cihê şanazî û destxweşiyê ye ku hikûmetê dest bi hinardekirin û firotina berhemên cotkaran kiriye. Piştî hinardekirina çend cure berhemên cotkaran bo derve, daxwazeke zêde li ser wan çêbûye.”

Xesro Caf got jî: “Niha cotkar hevrikiyê dikin, ku berhemên baştir berhem bînin, da ku di zûtirîn dem de li bazaran bên firotin.”

Girigîpêdana Kabîneya Nehem bi berhemên navxweyî û dîtina bazarên derve bo firotina berhemên cotkaran, hîştiye ku cotkar jî giringiyê bi berhemên xwe bidin.

Berdevkê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê Hîwa Elî ji K24ê re ragihand: “Di çend salên borî de bi taybetî di Kabîneya Nehem de, gavên baş hatine avêtin û me rekorên gelek girîng tomar kirine, tevî ku budceya pêwîst jî ne ber destê me bû.”

Hîwa Elî diyar kir: “Heta niha 8 hezar ton petate, zêdetirî 3 hezar ton hinar, bi sedan ton birinc, hinguv û sêvên bi Berwarî bo derve hatine hinardekirin.”

Da zanîn jî: “Wezareta Çandiniyê bi hevahengî ligel ofîsa serokwezîriyê, hemû ofîsên xwe birêxistin kirine û komîteyek ji bo bazarkirina berhemên navxweyî pêk aniye.”