Li Stenbolê Rojên Danasîna Bedlîsê dest pê kir

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Qada Çalakiyan a Yenîkapi ya Stenbolê vê carê jî mazuvaniya Bedlîsê dike. Bedlîsa ku mazuvaniya gelek şaristaniyan kiriye bi çanda xwe ya qedîm û dewlemendiyên xwe yên herêmî dê were danasîn. Çalakî dê heta 24ê berfanbarê bidome.

Li Qada Çalakiyan a Yenîkapi Rojên Danasîna Bedlîsê dest pê kir. Di rojên danasînê de hingiv, cureyên penêr, rûn, sucuk, gelek cureyên çerezatan, fêkiyên hişkkirî û ji bilî van berheman xwarinên Bedlîsê yên navdar ên wek Kebaba Parêvê, hur û rovî dê werin danasîn. Welatiyên serdana pêşangehê kirîn bi teybetî eleqe bo parêvê nîşan dan. Kebaba Parêvê li Sêrt û Bedlîsê di biran de tê pijandin û ji aliyê herdu bajaran ve nîşaneya fermî ya erdnîgarî standiye lê navbera herdu bajarn de hîn jî cihê rikeberiyê ye.

Hosteyê Kebaba Parêvê Yûnûs Emrek got: “Sêrt berê navçeyek a Bedlîsê bû. Piştî ku bû parêzgeh jî Sêrtîyan got parêv a Sêrtê ye lê parêv a Bedlîsê ye. Ji bo ku parêva Bedlîsê bibînin em hemu Tirkiyeyê vedixwînin vêderê. Bedlîs Paytexya Parêvê ye. Sedema xweşbuna tama parêva Bedlîsê ew e ku ji goştê berxan tê çêkirin û berxên me jî bi xwezayî diçêrin.”

Di Rojên Danasîna Bedlîsê de weşanxaneyên kurdî jî standên xwe danîn. Yek ji van standan jî standa Kovara Golik bû. Di standê de li gel pirtukên zarokan ên kurdî kovarên kurdî jî cih digirin.

Weşanger Dîlara Kiliçkiran Aktaş dibêje: “Me jî îro standa xwe ya Kovara Golik li vê derê vekir. Kovara Golik li ser qerfan  û mîzahê ye. Yên ji kovarê re dinivîsin hem udi girtîgehê de ne. Ji ber vê hêja ye.”

Di rojên danasîna Bedlîsê de hemû cure xurek û berhem cih digirin û Stenbolî jî eleqeyek baş bo pêşangehê nîşan û ji bo ku hinguvê Bedlîsê bistînin welatî li ber standan ketinê rêzê.