Desteya Weberhênanê: Îsal 154 pirojeyan bi gojimê zêdetirî çar milyar dolaran destûrî wergirtiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Desteya Weberhênanê ragehnad, “Li hemî bajar û bajarkên Herêma Kurdistanê, tenê ji bo îsal 154 pirojeyan destûrî ji Weberhênanê wergirtiye, bi gojimê çar milyar û 300 milyon dolaran”.

Îro (Duşem, 25ê Berçileya 2023ê) Berdevkê Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê Bergeşt Akreyî ji K24ê re ragehand, “Ji destpêka sala 2023ê heta niha, 154 pirojeyan destûrî ji Weberhênanê wergirtiye, sermayeya wan çar milyar û 300 milyon dolar e, ku hemî bajar û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê vedigire”.

Herwesa got, “Li Hewlêrê 50 pirojeyan destûrî wergirtiye, li Helebceyê sê pirojeyan, li devera Germiyanê 12 pirojeyan, li Raperînê 5 pirojeyan, li Silêmaniyê 43 pirojeyan, li Soranê çar pirojeyan, li Zaxoyê heşt pirojeyan û li Dihokê jî 29 pirojeyan”.

Bergeşt Akreyî herwesa ragehand, “Piraniya destûriyên ku li sala 2023ê hatine dan ên kertê akincîbûnê bûn, paşî yên kertên bazirganî, pîşesazî, saxlemî, perwerde, çandin û werzişê bûn”.

Behsa wê yekê jî kir ku, “Ji aliyê kargêrî ve rêkarên xwe hene, ew ku pirojeyan pêşkêşî Desteya Weberhênanê dikin, lijneyeka taybet li wê derê heye. Herwesa me fermangeheka taybet jî bi navê Fermangeha Destûrî û Helsengandinê heye, ew bi rêya lijneyên taybet berê xwe didin piropozelan, ji aliyê merc û qanûn û kargêrî ve”.

Herwesa got, “Piraniya wan dest bi bicihanîna destûriyên xwe kiriye”.