Li Hewlêrê korseka çandinê ji bo cotyaran tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Birêveberiya Giştî ya Çandinê ya Hewlêrê ragehand, li bajarê Hewlêrê û nahyeya Şorişê korseka çandinê ji bo cotyaran hatiye vekirin, li ser awayê kêlan û tovkirin û dana dermanê kîmyayî û bi merema zêdetir giringîdanê bi çandinê.

Îro (Sêşem, 26ê Berçileya 2023ê) Birêveberê Giştî yê Çandinê yê Hewlêrê Hêmin Seyîd Murad ji K24ê re got, “Li bajarê Hewlêrê û nahyeya Şorişê korseka çandinê ji bo cotyaran hatiye vekirin, li ser awayê kêlan û tovkirin û dana dermanê kîmyayî û bi merema zêdetir giringîdanê bi çandinê, taybet çandina tovê hindek danan di vî werzî de.

Got jî, “Em li ser vekirina van korsan ji bo cotyarên Hewlêrê û derdora wê berdewam in, di sala bê de jî em dê çend korsên din ji bo wan vebikin”.