Berhemanîna hinguv li Herêma Kurdistanê îsal 500 ton bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Mêşvaniya Herêma Kurdistanê di sektora çandiniyê de vejîneke berçav dîtiye û bi hezaran cotkar ketine nava proseya berhemanîn û hinardekirina hinguv.

Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 8 hezar mêşvanên hinguv hene û berhema wan îsal zêdetirî 500 ton bû. Piştî pişknîna kîmyewî, fizîkî û mîkrobiyolojîk ên li taqîgehên pêşkeftî, encam wekî hinguvê herî baş ê cîhanê hate hejmartin, di vê çarçoveyê de ji bo hinardekirinê xebat hatin kirin. Ji ber wê jî heta niha zêdetirî 2 ton ji bo Qeterê hatine hinardekirin û dê di demek nêzîk de bo welatên din jî were hinardekirin.

Di vê derbarê de mêşvan Ehmed Pişderî ji Fermangeha Medya û Zanyariyan re ragehand, Ji dema proseya hinardekirina hinguv ve, daxwaziya li ser hinguv gelek zêde bûye. Her roj pêwendiyê bi me dikin ku hinguv daxwaz bikin, ev jî yek di berjewendiya hemû mêşvanan de ye.”

Kabîneya Nehem bi berdewam piştgiriya cotkaran dike û bazarên li navxwe û derve ji berhemên wan re peyda dike, da ku berhemên xwe bifroşin, da ku cotkar çandiniya xwe berdewam bikin û derfetên kar ji ciwanan re peyda bikin.

Şêwirmendê Wezareta Çandiniyê Rizgar Hemed got: “Li Herêma Kurdistanê ji Akrê heta Hewlêr, Şarbajêr, Pênciwên û Germiyanê, zêdetirî 8 hezar mêşvan hene. Bi giştî 350 hezar kiwarên wan hene.

Got jî: “Plana hinardekirina hinguv ji par ve dest pê kiriye, bi taybetî ku hinguvê Kurdistanê kalîteya wê baş e û welat daxwaza wê dikin. Piştî çend kompanyayan daxwazên yasayî pêşkêş kirin, proseya şandina hinguv bi rêya Wezareta Çandinî û Serokwezîriyê dest pê kir.

Hinardekirina berhemên cotkaran berdewam dike. Heta niha hinardekirin, hinar, petate, hinguv, birinc, simaq, hêk, mirîşk, tehîn, kuncî û sêv zeytûnê hatine hinardekirin.