Li 9 herêmên Nisêbînê qedexe hat ragihandin

Nisêbîn
Nisêbîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgeriya Mêrdîn ragihand, li 9 herêmên Nisêbînê bo 15 rojan qedexe hatiye ragihandin û bo welatiyan hişyarî tê dayîn ku li gorî qedexeyê tevbigerin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgeriya Mêrdînê, li 9 herêmên ku dikevin nava sînorê Nisêbînê, ji bo 15 rojan qedexe hatiye ragihandin.

Di daxuyaniya Parêzgeriya Mêrdînê de tê amajekirin ku qedexe ji îro 27ê Berçile ve dest pê bike û di 10ê Çile de jî dê bidawî bibe.

Parêzgerî derbarê qedexeyê de hişyariyê dide welatiyan jî ku li gorî qedexeyê tev bigerin û derbarê kesên ku pabendê qedexeyê nebin de jî, dê gavên yasayî werin avêtin ku ev qedexe bo parastina ewlekariya welatiyan hatiye ragihandin.