Dijeterorê Kurdistanê: Droneke bombekirî li Hewlêrê hate xistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Droneke bombekirî li nêzî gundê Aşokanî yê ser bi nahiya Behrikê ya li parêzgeha Hewlêrê hate xistin.

Li gorî zanyariyên Dijeterora Herêma Kurdistanê, îro saet 19:50ê droneke bombekirî ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve li derdora gundê Aşokanî yê li parêzgeha Hewlêrê hatiye xistin.

Dijeteroa Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir, di encama xistina wê drone de,  ti ziyanên canî û madî çênebûne.

Di vê derbarê de, Berpirsekî Pentagonê ji K24ê re ragihand, êrişek bi riya dronekê li ser hêzên Amerîka û hêzên hevpeymanan li parêzgeha Hewlêrê hate kirin, bêyî ku ti ziyanek hebe.

Ji meha Cotmeha borî û vir ve herî kêm 106 êrîş li dijî hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê û li Sûriyeyê hatine kirin.