Îsraîlê 2 firokxane li Helebê bombekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Israîl firokxaneya Helebê ya Navdewletî û firokxaneya Neyreb ya leşkerî li parêzgeha Helebê bi 6 mûşekan kirin armanc.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan belav kir, Israîl bi 6 mûşekan komgeh û navendên mîlîşyayên ser bi Iranê ve li firokxaneya Neyreb ya leşkerî kir armanc.

Diyar kir jî, di encama êrîşa li ser firokxaneya Neyrebê de, 4 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn. Herwiha mûşekek li nêzîkî Firokxaneya Helebê ya navdewletî ket, bêyî ku ti ziyanên canî werin tomar kirin.

Ji aliyê xwe ve Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê ragihand, Israîl ji aliyê Deryaya Sipî ve hejmarek mûşek ber bi başûrê Helebê ve avêtin û bi tenê ziyanên madî çêbûn.

Ev yek di demekê de ye, duhî baregeh û barhilgirên mîlîşyayan li bajarê El-Bokemal li ser sînorê Sûriye – Iraqê hatin bombebaran kirin, li gorî zanyariyên Rewangehê, 23 çekdar hatin kuştin ku ji 18 ji wan ne Sûrî ne.

Her li gorî amarên Rewangehê, Îsraîlê di sala 2023an de, 76 caran armancê di nava xaka Sûriyê de kirin armanc û di encamê de, 149 leşker û çekdar hatin kuştin û 154 jî birîndar bûn.