Ciwanekî Kurd ê Kazaxistanî zêdeyî 29 milyon şopînerên wî li tora civakî hene

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Ciwanê Kurd ê ji Kazaxistanê Omer Îslam Aliyev niha li seranserê cîhanê zêdetirî 29 milyon şopînerên wî li platforma TikTok hene. Omer 17 salî ye û xwendekarê sala duyem a kolêja bijîşkî ye. Ev Bloggerê Kurd bi zêdetirî 10 zimanan vîdyoyan belav dike.

Li maleke aram li Alma-Ata, Paytexta Kazaxistanê, Omer vîdyoyan bi zêdetirî 10 zimanan tomar dike û bi riya torên civakî digihîne piraniya malên cîhanê. Ji zarokatiya xwe ve bi fêrbûna zimanên din re mijûl bûye û dixwaze bi qasî ku pêkan be, hînî zimanên din bibe.

Omer Îslam Aliyev ji K24ê re got: “Navê min Omer e. Temenê 17 salî ye. Ez xwendekar im. Xeyala min ew ku ez bibin lîstikvan. Min di sala 2022an de dest bi girtina vîdyoyan kiribû. Careke hesabên hatin blokkirin, lê piştre dîsa dest pê kir û vê carê min bi zimanan dest pê kir, ev jî li xweşiya gelekan hat û şopînerên min dîsa zêde bûn.”

Hezkirina Omer a ji karê xwe re bûye ku bêyî guhdana bi berf û baranê, hin vîdyoyên xwe li hewaya vekirî tomar bike.

Omer diyar kir: “Ez rojê 6 vîdyoyan dikişînim. Ez babetên cuda ji jiyana rojane dikişînim, wek xwarinê û derve. Xwişka min alîkariya min dike. Xwşikên min ên biçûk jî tevlî vîdyoyên min dibin.”

Roj bi roj şopînerên Omer li çar aliyên cîhanê zêde dibin, ev yek jî piştgiriyek xurt e ji bo geşbûna karsaziya wî, lê piştgiriya malbata wî di ser her tiştî re ye.

Bavê Omer, Îslam Aliyev dibêje: “Omer Kurdên Kazaxistanê bi dunyayê dide naskirin. Ez gelekî şa me, Omer hem navê Kurd bilind dike û hem navê Kazaxistanê bilind dike. Em çend sal in li vir dijîn û Omer bi xwe jî li vir hatiye dine. Omer bi xwe vî kar dike û em jî piştgiriyê didinê.”

Kurd li Qazaxistanê di warên cuda de xwedî roleke berçav in. Omer Îslam jî yek ji wan xortan e ku bi rêya torên civakî, navûdengekî diyar bo xwe û gelê xwe bi dest xistiye.