Parêzer: Beşdarnebûna Selahettîn Demîrtaşî bertekek dijî şert û mercên girtiyan e

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Bavê Selahettîn Demîrtaşî, Tahîr Demîrtaş li Diyarbekirê koça dawî kir û Selahettîn Demîrtaş jî da zanîn ku ewê bedşarî rêrisma cenazeye bavê xwe nebe. Parêzerê Demîrtaşî ji K24ê re da zanîn, beşdarnebûna Selahettîn Demîrtaşî bertekek dijî şert û mercên girtiyan e.

Bavê Hevserokê Berê Yê HDPê Selahettîn Demîrtaşî, Tahîr Demîrtaş li Diyarbekirê piştî nimêja sibê qeyrana dil derbas kir û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Di sala 2022yan de jî Tahîr Demîrtaş nexweş ketibû bi destûra teybet Selahettîn Demîrtaşî serdana wî kiribû, lê vê carê Selahettîn Demirtaş da zanîn ku ewê beşdarî rêrisma cenazeye bavê xwe nebe. Parêzerê Demîrtaş amaje kir ku beşdarnebûna Demîrtaşî ya cenazeyê, helwestek li dijî pergalê ye.

Parêzerê Selahettîn Demîrtaş Mahsunî Karaman ji K24ê re got: “Selahettîn Demîrtaş 7 sal in girtiyek siyasî ye û nav girtiyên doza Kobanî de kesek ku nasek xwe winda nekiribe nemaye. Gelek girtî hene ku endamên malbatên wan dimirin, nexweş dikevin lê nikarin cem wan bin. Demîrtaşî jî bertek dijî vê yekê nîşan da. Demîrtaş bo deverk dûr hatibû şandin bo ku malbata wî neçe cem, carekê malbata wî qeza jî derbas kiribû.”

Parlementer û rayedarên DEM Partiyê jî anîn zimên ku malbata Demîrtaş û gelek malbatên din ên girtiyan ji ber ku zarokên wan bo deverên dûr tên nefîkirin bi malbatên xwe re tên sizadan û Tahîr Demîrtaş jî ber vê sizadanê ketibû.

Parlementerê Dem Partî yê Diyarbekirê Serhat Eren dibêje: “Tahîr Demîrtaş mirovek hêja bû. Selahettîn Demîrtaş bo bajarekî dûr rêkiribûn ji bo ku ji malbata xwe dur bikeve. 1000-1500 kîlometre dûr rêkiribûn. Tahîr Demîrtaş gelek xemgîn dibû, bila êdî dawî liv ê rewşê were anîn. Bila dest ji sizadana malbatan berdin.”

Tahîr Demîrtaş di sala 1945ê de li Paluya Elezîzê hatibû dinê û bavê 5 zarokan bû dema wefat kir jî li Goristana Deriyê Mêrdînê li cem endamên malbata xwe hat veşartin.