Heft kargehên berhemanîna zeyta zeytûnan li Herêma Kurdistanê hene

Zeyta zeytûnan
Zeyta zeytûnan

Navenda Nûçeyan (K24) – Ev çend sal in ku Herêma Kurdistanê bûye navendeka guncayî ya berhemanîna zeytûnan û çêkirina zeyta zeytûnan, di vê çarçoveyê de jî bi sedan cotyaran zeytûn li nav zeviyên xwe çandine, heft kargehên navxweyî yên Herêma Kurdistanê berhemên wan dikin zeyt û li sûkan berbazar dikin.

Şakir Mihemed ku rezvan e ji K24ê re got, “Axa Kurdistanê axek e ji zêrî, axeka gelek bikêr e ji bo çandina darzeytûnan. Em ji ber bikêriya axa xwe û hebûna hejmareka zêde ya darzeytûnan pêdivî wê yekê nînin ku zeyta zeytûnan ji derveyê welatî hawirde bikin, belkî em niha dikarin bi hezaran tonên zeyta zeytûnan ji bo derve hinarde bikin.

Li Herêma Kurdistanê heft kargehên zeyta zeytûnan hene, di vî warî de Silêman Şêxo ku xwediyê kargehekê ye dibêje, “Em dikarin zeyta zeytûnan ji bo navxwe û derve jî dabîn bikin, ku vê yekê jî dê mifayekê baş ji bo cotyaran hebe. Ez hêvîdar im çandina darzeytûnan bê zêdekirin û pêşxistin ji ber ku zeytûnan qazanceka madî ya zêde heye”.

Giringîdan bi kertê çandinê û piştevaniya cotyaran û hinardekirina berhemên navxweyî ji karnameya kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û hikûmet bi rijdî ji bo wê meremê kar dike. Her sal jî nêzî 110 tonên zeyta zeytûnan li Herêma Kurdistanê tên berhemanîn, ku ev dê rêxweşker be ku ji bo derveyî Herêma Kurdistanê jî bê hinardekirin.