Hazim Hemail: Sîstema Prepaid arêşeya karebayê li Dihokê kêm kiriye

Hazim Hemail
Hazim Hemail

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Birêveberê Giştî yê Karebaya Dihokê ragehand, 6% ya pişkdarên karebayê li Dihokê bi rêya sîstema Prepaid mifayî ji karebayê werdigirin û ev jî bûye sedema kêmbûna arêşeyên karebayê li wan cihên ku ev sîstem lê hatiye xebitandin.

Cîgirê Birêveberê Giştî yê Karebaya Dihokê Hazim Hemail ji k24ê re ragehand, “Di dema borî de gelek rexne li vê sîstemê hat girtin, lê ew rexne di cihê xwe de nebûn ji ber ku xelkê me ji ber bikaranîna vê sîstemê çi ziraran nabîne”.

Herwesa got, “Berê li beranberî empêrên karebayê çend pere dihat wergirtin, li beranberî bikaranîna vê sîstemê jî eynî pereyî tê wergirtin, yanî çi pere li ser welatiyan nehatiye zêdekirin. Herwesa ev system zêdetir arîkariya welatiyan dike ku dema bikaranîna karebayê rêk bixin û qerên karebayê li ser wan zêde nebin”.

Cîgirê Birêveberê Giştî yê Karebaya Dihokê amaje da, “Me li parêzgeha Dihokê 342 hezar pişkdarên karebayê hene, herwesa nêzî 17 hezar pişkdaran sîstema xwe ya karebayê kiriye Prepaid ku dibe nêzî 6%”.

Kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze hêdî hêdî arêşeya karebayê bi rêya sîstema Prepaid bidawî bîne û karebaya berdewam û rêkxistî di jîngeheka pakij de ji bo tevaya deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê dabîn bike. Di vî warî de jî, qonaxên wê piroseyê dê berdewam bin”.