Li Diyarbekirê di rojekê de 2 xebatkarên înşaatê canê xwe jidest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê di nava rojekê de 2 bûyerên qezayên înşaatê rû dan û 2 xebatkaran canê xwe jidest dan.
Di bûyera yekem de, Endazyarê Pişkinînê Bûrak Soydaş dema pişkinîna înşaata dibistanekê dikir, ji îskeleya bilind ket xwarê û canê xwe jidest da.
Bûrak Soydaş ê 36 salî ji bajarê Gumuşhaneyê bû û bavê zarokekê bû.
Bûyera duyem jî lî inşaata Rêveberiya Xaniyên Bikom (TOKÎ) ya Oglakliyê rû da. Di bûyerê de xebatkarekî înşaatê yê bi navê Hasan Savûr ê 42 salî di bin barhilgirekê de ma û canê xwe jidest da.
Hat zanîn, ajokarê barhilgirê ji aliyê cendirmeyan ve hatiye binçavkirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye vekirin.