Mexdûrên Girtîgeha Diyarbekir: Bila girtîgeh bibe muzexaneya bîreweriyê

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Mexdûrên Girtîgeha Diyarbekirê yên ku di salên 80yê de êşkenceyên giran dîtibûn dixwazin Girtîgeha Diyarbekirê ya hatî valakirin bibe muzexaneya bîreweriyê û balê dikêşin ku eger gavek wisa were avêtin ev yek dikare bo çareseriya pirsa kurd deriyek nû vebike.

Koma Hewildana Muzexaneya Bîreweriyê ya Girtîgeha Diyarbekirê ya jimare 5 li ber deriyê Girtîgeha Diyarbekirê ya ku bi êşkenceyên giran cîhanê de deng vedabû daxuyaniyek da çapemeniyê. Koma ku ji mexdûrên êşkenceyên giran pêk tê careke din bang kir ku bila Girtîgeha Diyarbekir bibe muzexaneya bîreweriyê. Mexduran amaje kirin ku hem  ji bo ku careke din hovîtiyên wisa pêk neyên û hem jî ji bo ku dîwarên navbera dewlet û kurdan de were rakirin girîng e ku girtîgeh bibe muzexaneya bîreweriyê.

Mexdûra êşkenceyê Rahîme Kesîcî ji K24ê re got: “Êşkenceyên giran li kurdan hatin kirin. Li nasnameya kurdan êşkence hat kirin. Divê girtîgeh bibe muzexaneya bîreweriyê da ku êdî tiştên wisa neqewimin û da ku berpirs ji xwe şerm bikin.”

Di daxuyaniya çapemeniyê de hate destnîşankirin ku yek ji sedemên kurbuna pirsa kurd li Tirkiyeyê êşkenceyên giran ên girtîgeha Diyarbekirê ye ku eger girtîgeh bibe muzexaneya bîreweriyê ev yek dikare bo çareseriya pirsa kurd zemînek derbixe hole

Mexdurê êşkenceyê Hasan Dagtekîn dibêje: “Eger girtîgeh bibe muzexane ev yek tena serê xwe bo çareseriya pirsa kurd têr nake, lê dikare nermbunekê derbixe holê. Dikare rê li ber bigire ku meseleta pirsa kurd de dewlet êdî serî li rêbazên wisa bide.”