Amerîka kuştina fermandeyekê Heşda Şeibî piştrast dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekê Amerîkayê ji ajansa Reutersê re ragehand, artêşa Amerîkayê serkirdeyekê Bizava Nucebayê ya girêdayî Heşda Şeibî li baajrê Bexdayê kir armanc, ku berpirsyarê êrîşên li ser hêzên Amerîkayê li Îraqê bû.

Îro (Pêncşem, 4ê Çileya 2024ê) berpirsekê Amerîkayê ku nexwast navê wî bê eşkerekirin ji ajansa Reutersê re ragehand, artêşa Amerîkayê li Bexdayê êrîş kir ser bingeha Nucebayê ya girêdayî Heşda Şeibî, ku êrîşan dikin ser hêzên Amerîkayê li wî welatî. Her wesa di wê êrîşê de fermandeyekê wê bizavê û kesekê din hatine kuştin.

Fermandeyê Operasiyonên Şûtika Bexdayê ku girêdayî Heşda Şeibî ye jî di ragehandinekê de kuştina Ebu Teqwayî piştrast kiriye, herwesa amaje daye ku navbirî di encamê “êrîşeka dirindane ya Amerîkayê” de hatiye kuştin.

Wî lîwayê Heşda Şeibî ku ji aliyê dronekê ve hatiye armanckirin zêdetirî çar hezar çekdaran hene û çekdarên wî li Sûriye û Îraqê hatine belavkirin.

Piştî nîvroya îro (Pêncşem, 4ê Çileya 2024ê) dronekê bingeha Lîwaya 12ê ya Bizava Nucebayê ya girêdayî Heşda Şeibî li ser cadeya Filistînê ya Bexdayê kir armanc.

Medyayên nêzî Heşda Şeibî dibêjin, ji ber wê êrîşê, heta niha sê serkirdeyên Heşda Şeibî hatine kuştin û şeş kesên din jî birîndar bûne.