Pentagon ji bo K24ê: Em rêyê nadin hêzên me bikevin ber gefên çi aliyekî

Pentagon
Pentagon

Waşinton (K24) – Pentagon radigehîne ku di êrîşa doh de çi welatî nekirine armanc, herwesa dibêje ku rêyê nadin hêzên wan bikevin ber gefên çi aliyekî û ew dê li ser rêkarên pêdivî ji bo parastina hêzên xwe berdewam bin.

Doh (Pêncşem, 4ê Çileya 2024ê) Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) Pat Ryder di konfiraseka rojnamevanî de ragehand ku, ew dê li ser rêkarên pêdivî ji bo parastina hêzên xwe berdewam bin.

Berdevkê Pentagonê herwesa amaje da ku, hêzên wan seet 12ê nîvro bi dema Îraqê bersiva pêdivî ya koma çekdar a Nucebayê daye û di encamê de Ebu Teqwa kiriye armanc ku dest di êrîşên li dijî Amerîkayê de hebû.

Tekez jî li ser kuştina Ebu Teqwayî kir û ron jî kir ku çi welatiyên Îraqê di wê êrîşê de nehatine kuştin.

Pat Ryger ji peyamnêrê K24ê Îsa Hesen re got, “Em rêyê nadin hêzên me bikevin ber gefên çi aliyekî û em naxwazin rasterast berhingarî Îranê jî bibin. Ew koma hatiye armanckirin jî girêdayî Îranê ye”.

Roja Pêncşemê, 4ê Çileya 2024ê, dronekê bingeha Lîwaya 12ê ya Bizava Nucebayê ya girêdayî Heşda Şeibî li ser cadeya Filistînê ya Bexdayê kir armanc û di wê êrîşê de Ebu Teqwa yê fermandeyê wê lîwayê û çend kesnên din hatin kuştin û birîndarkirin.

Herwesa berpirsekê Amerîkayê jî ku nexwast navê wî bê eşkerekirin ji ajansa Reutersê re ragehand, artêşa Amerîkayê li Bexdayê êrîş kir ser bingeha Nucebayê ya girêdayî Heşda Şeibî, ku êrîşan dikin ser hêzên Amerîkayê li wî welatî. Her wesa amaje daye ku di wê êrîşê de fermandeyekê wê bizavê û kesekê din hatine kuştin.