Sûdanî: Tenê hikûmet dikare qanûnê bisepîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îraqê radigehîne, “Em tekezê dikin ku piştî bidawîhatina erkê wan, Hevpeyman dê li Îraqê nemînin”. Herwesa dibêje, “Êrîşa Hevpeymanan bo ser bingehên Heşda Şeibî metirsîdar e”.

Li gor ragehandina Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Îraqê, îro (Înî, 5ê Çileya 2024ê) Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî tevlî merasîmekê bû, ku ji bo salvegera kuştina Qasim Silêmanî û hevalên wî li Bexdayê hatibû rêkxistin, û di gotarekê de ragehnad, “Hikûmeta Îraqê şiyan û amadeyî ji bo biryara guncayî di derheqa parastina serwerî û seqamgiriya axa Îraqê de hene”.

Sûdanî herwesa ragehand, “Çi aliyek nikare destdirêjiyê bike ser serweriya axa Îraqê û tenê hikûmet dikare qanûnê bisepîne”.

Herwesa got, “Êrîşa Hevpeymanan bo ser bingehên Heşda Şeibî metirsîdar e”.

Doh (pêşncşem, 4ê Çileya 2024ê) piştî nîvro, dronekê bingeha Lîwaya 12ê ya Bizava Nucebayê ya girêdayî Heşda Şeibî li ser cadeya Filistînê ya Bexdayê kir armanc.

Medyayên nêzî Heşda Şeibî di vî warî de ragehandibû, heta niha ji ber wê êrîşê sê serkirdeyên Heşda Şeibî hatine kuştin û şeş kesên din jî birîndar bûne.

Ji aliyekê din ve berpirsekê Amerîkayê ji bo rojnameya Waşinton Postê eşkere kiriye, ji 17ê Cotmeha 2023ê heta niha, 115 caran li Îraq û Sûriyeyê êrîşî hêzên Amerîkayê hatiye kirin.