Helebce.. Zeviya Kurdistanê derfetên karî ji bo derçûyên pişkên çandinê radigehîne

Pirojeya Zeviya Kurdistanê li Helebceyê
Pirojeya Zeviya Kurdistanê li Helebceyê

Helebce (K24) – Pirojeya Zeviya Kurdistanê li Helebceyê ev çend sal in wekî kertê taybet karê çandinê dike û ji aliyê kesekî ve tê serperiştîkirin û her heftiyê du caran berhemên xwe berbazar dike, ku nêzî 100 cûnan in. Welatî jî dikarin serdana wê zeviyê bikin û bi destên xwe berheman jê bikin û bikirin, niha jî derfetên karî ji bo derçûyên pişka çandinê ragehandine.

Niha vê pirojeyê karekê cuda kiriye, ew jî ragehandina derfeta karî ye ji bo welatiyên parzêgeha Helebceyê, Serperiştyarê Zeviya Kurdistanê Hamid Îsmaîl îro (Înî, 5ê Çileya 2024ê) taybet ji K24ê re ragehand, “Me baş dît ku derfetên karî li zeviyên çandinê ji bo karkerên navxweyî vebigerînin, xasma ku niha di pirabiya pirojeyan de karkerên biyanî kar dikin”.

Hamid Îsmaîl amaje da wê yekê jî ku ew derfetên karî yên ku wan ragehandine ji bo wê yekê ne ku welatiyên Helebceyê û Herêma Kurdistanê mifayî jê bibînin. Herwesa got, “Eger ev piroje berdewam be, li salên bên derçûyên pişkên çandinê yên zanîngeh û peymangehên Kurdistanê dê bikarin derfetên karî dabîn bikin”.

Navbirî behsa wê yekê jî kir ku, di dema 24 seetên borî de zêdetirî 100 derçûyên pişkên çandinê CVyên xwe şandine ji bo ku bikarin derfetên karî werbigirin.

Serperiştê Pirojeya Zeviya Kurdistanê ron jî kir, derfetên karî li nik wan sinordar in û ew tenê dikarin heşt heta deh kesan werbigirin, ku ew jî dê li dû şarezayî û şiyanên wan be.