Amerîka sê gavan ji bo kêmkirina serdestiya grûpên çekdar li Iraqê diavêje

Navenda Nûçeyan (K24) – Peymangeha Rojhilata Navîn ragihand, Amerîka sê gavan ji bo kêmkirina serdestiya grûpên ku Îran piştgiriya wan dike li Iraqê, diavêje.

Peymangeha Rojhilata Navîn di raportekê de got: “Beşek mezin ji stratejiya Îranê ew e, hejmûna xwe ya aborî û leşkerî li Iraqê xurt bike, bi taybetî bi vekirina rêyeke bejayî ber bi Sûriyê ve, ji bo têkbirina hevalbendên Amerîka û hevkarên wê yê li herêmê.”

Di raporê de bang li Amerîkayê hatiye kirin ku “bi her awayî bi rûbirûyî hejmûna Îranê bibe, ev jî di demekê de ku Iraq û Îran têkiliyên aborî yên girîng hene, ji wan jî Iraq duyemîn mezintirîn hawerdekarê kelûpelên Îranê ye û gelekî pişta xwe bi gaza xwezayî û elektrîka Îranê girê daye.”

Gelek aliyên siyasî yên Iraqê pêwendiyên wan bi Îranê re hene, bi taybetî milîsên Iraqî di bin navê Heşda Şeibî de jî tên fînansekirin, ji wan jî Asayib Ehluleq û Hizbullah ku êrîşên metirsîdar li dijî hêzên Amerîka û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî pêk tînin.

Di dawiya raporê de hatiye gotin: “Îran stratejiyeke yekgirtî li Rojhilata Navîn dişopîne û girîng e ku Amerîka stratejiyeke taybet ji bo rûbirûbûna vê pirsê amade bike û bi cih bîne.”

Ev di demekê de ye, ligel şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Hemasê de li Kerta Xezzeyê, êrîşên grûpên çekdar li ser baregehên Amerîkayê li Itaq û Sûriyeyê zêde bûne. Di bersivê de jî, Amerîka hejmare binkeyên grûpên çekdar kirine armanc, di pêşhata herî dawî de jî, roja 4ê Çileya 2024an, Amerîkayê navenda Lîwaya 12 ya Tevgera El-Nuceba ya ser bi Heşda Şeibî ve li Bexdayê kire armanc û di encamê de 3 serkirdeyên Heşda Şeibî hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.