Ehmed Hoşyar: Îsal sê hêlên asmanî yên nû geştan ji bo Balafirxaneya Hewlêrê dikin

Ehmed Hoşyar
Ehmed Hoşyar

Navenda Nûçeyan (K24) – Birêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê radigehîne, “Li sala 2023ê, zêdetirî du milyon geştyaran bi rêya Balafirxaneya Hewlêrê geşt kirine”. Herwesa got, “Îsal sê hêlên asmanî yên nû dê geştan ji bo Balafirxaneya Hewlêrê bikin”.

Birêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar tevlî geşteka nûçeyên K24ê bû û ragehand, li sala 2023ê Balafirxaneya Hewlêrê mezintirîn amara xwe tomar kir, ku 2 milyon û 84 hezar û 813 geştyar bi rêya balafirxaneyan geşt kirine.

Birêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê herwesa ragehand, geştên Balafirxaneya Hewlêrê zêdetir ji bo Tirkiye û welatên Rojavayê ne. Di rojên Havînê de, her roj 11 geştên rasterast ên navbera Hewlêr - Enqere, Hewlêr - Stenbul û Hewlêr - Antalya hene. Herwesa ji bo welatên rojavayê jî, herî zêde geşt ji bo Almanyayê tên kirin.

Ehmed Hoşyar got, “Em pêşbîniyê dikin li sala 2024ê geştên bi rêya Balafirxaneya Hewlêrê zêdetir bibin. Zêdebarî hebûna gefan li ser balafirxaneyê, em şiyane geştyar û karmendên hêlên asmanî biparêzin”.

Herwesa got, “Li sala 2023ê hatina geştyaran bi rêya balafirxaneyê ji bo Hewlêrê 15% zêde bûye, herwesa di Berçileya 2023ê de me ji hemî mehan zêdetir geştyar hebûn, yanî ewlehiya Herêma Kurdistanê û Balafirxaneya Hewlêrê di astekê baş de ye”.

Birêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê di derheqa pilana wan ji bo sala 2024ê amaje da, “Îsal biryar e bi rêya hêla asmanî ya Îmarat Airline, geştên navbera Hewlêr û Dubey dest pê bikin. Herwesa hemî amadekarî hatine kirin ku Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê zêdetir hêlên asmanî werbigire”.

Behsa wê yekê jî kir ku ew pêşbîniyê dikin ji bo îsal sê hêlên asmanî yên nû rasterast bi Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê re dest bi geştan bikin.

Ehmed Hoşyar di derheqa veguhastina kelûpelan bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê got, “Li dû amarên desthilata balafirvaniyê ya Îraqê ji 2020 heta 2022ê, kargoya Balafirxaneya Hewlêrê li ser astê Îraqê ya yekê bû.

Bal kişand ser wê yekê jî ku, her meh zêdetirî du hezar tonan kelûpelên bazirganî bi rêya Balafirxaneya Hewlêrê tên veguhastin û pêşbînî jî tê kirin ku bigehe du hezar û 500 tonan.

Ew yek jî berçav kir ku, kargoya nû ya Balafirxaneya Hewlêrê niha bi rêjeya 60% temam bûye, li mehên bên tevaya karên wê tên temamkirin û li beranberî bazirganan tê vekirin.

Herwesa got, “Kompaniyên mezin ên cîhanî Balafirxaneya Hewlêrê wekî kargoya serekî li Îraqê bi kar tînin”.