Rewangeh: Baregehên milîsên Îranê li gundewarê Dêrezorê hatin bombebarankirin

Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Di bersiva êrîşên grûpên çekdaran li ser baregehên Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriye û Iraqê de, hêzên Hevpeymanan baregehên çekdaran li bajarokê Meyadîn ê rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, îro danê sibê dengê teqînên mezin li nava baregehên hêzên ser bi Îranê ve li bajarokê Meyadîn ê li ser sînorê Sûriye – Iraqê hatin bihîstin.

Rewangeh dibêje, eger e ev êrîş ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve hatibe kirin, wek bersivekê li ser êrîşa şeva borî ya li ser zeviya El-Omer ya petrolê li gundewarê Dêrazorê.

Ji piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê di Cotmeha 2023an ve, êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriye û Iraqê zêde bûne.

Li gorî Rewangehê, di bersiva van êrîşan, Firokeyên Amerîkî 11 êrişên asmanî li ser baregehên grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve li Dêrezorê pêk anîne.