Serdar Îsmaîl: Bajarekê werzişî tê çêkirin

Serdar Îsmaîl
Serdar Îsmaîl

Navneda Nûçeyan (K24) – Birêveberê Giştî yê Werzişê ragehand, bajarekê werzişî tê çêkirin, hikûmetê razîbûna xwe jî li ser diyar kiriye lê ew piroje ji ber rewşa darayî rawestiyaye.

Birêveberê Giştî yê Werzişê li Wezareta Rewşenbîrî û Lawan Serdar Îsmaîl îro (Duşem, 8ê Çileya 2024ê) ji K24ê re ragehand ku, ev dema salekê ye wekî Birêveberê Giştî yê Werzişê dest bi karî kiriye, kariye çend karên giring bike, xasma di warê rêkxistin û pilebendkirina yaneyên werzişê û dabînkirina mafên darayî ji bo hejmareka yaneyên werzişê û zêdekirina sê pişkên giring li birêveberîtiyê.

Herwesa got, “Pirojeya avakirina bajarekê werzişê li Hewlêrê heye û razîbûna destpêkê jî wergirtiye. Ew piroje pilana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, lê ji ber rewşa darayî  ew piroje rawestiyaye”.

Amaje jî da, “Heker qanûna budceyê bê edilandin û budceya me bê şandin, ev piroje dê bê bicihanîn”.

Di derheqa hejmara yaneyan de jî got, “Li dû qanûnê, divê yaneyan hejmareka taybet hebe, ji bo danana wan dahat û destkeftiyên ku hene, an jî her sal her tiştekê hebe ji pilêta balafirê be an firotina pilêtan, sponsor, cîgirên yarîzanan jî digirin, ev hemî wekî dahat tên hejmartin. Li dû qanûnê, divê li ser hejmara bankê bên zêdekirin ji bo ku xerciyên wan ên bên diyar bibin”.