Li Erebistana Siûdiyê bi zimanê Kurî rênimayên hec û umreyan tên pêşkêşkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Birêveberiya Giştî ya Hec û Umreyan a Herêma Kurdistanê ragehand, di kongire û pêşangehên karûbarên hec û umreyan de li Cedeyê, Wezîrê Karûbarên Hec û Umreyan ê Erebistana Siûdiyê razîbûna xwe li ser zêdekirina zimanê Kurdî ji bo rênimayên hec û umreyan diyar kir.

Birêveberiya Giştî ya Hec û Umreyan di ragehandinekê amaje da, şandeka Birêveberiya Hec û Umreyan bi serokatiya Şêx Niyaz Neqşebendî yê Birêveberê Giştî yê Hec û Umreyan, li bajarê Cedeyê yê Erebistana Siûdiyê, bi welatên Îslamî re tevlî kongire û pîşangeha hec û umreyan dibe.

Di wê kongireyê de danûstandin li ser rêkarên giring ên xizmetkirina mêvanên mala Xudê tên kirin û baştirîn rê tên destnîşankirin.

Herwesa ragehand, di pêngaveka giring de û piştî daxwaza Birêveberê Giştî yê Hec û Umreyan di wê kongireyê de, Wezîrê Karûbarên Hec û Umreyan ê Erebistana Siûdiyê razîbûna xwe li ser zêdekirina zimanê Kurdî ji bo rênimayên hec û umreyan, wekî her zimanekê dî yê navdewletî, diyar kiriye.

Ev pêngav ji bo xelkê Kurdistanê destkeftiyekê giring e.