Kurdên Kazaxistanê hewla parastina çand û zimanê xwe didin

Almaty (K24) – Kurd di nav 130 komên etnîkî yên Kazaxistanê de, pêkhateyeke girîng in û di gelek beşan de roleke erênî û diyar dilîzin.

Li gor amarên nefermî, zêdetir ji 150 hezar Kurd li Kazaxistanê dijîn û zêdetirî 35 salan e ku komeleyek ji bo xizmetkirina ziman û çanda resen a kurdî ava kirine û heta niha jî li piraniya bajarên Kazaxistanê bi awayekî çalak kar dikin.

Almaty, bajarê herî mezin ê Kazaxistanê ye, ew heta sala 1997 paytexta welêt bû. Zêdetirî 130 komên etnîkî yên cuda niha li vî welatî dijîn. Kurdên li welêt vedigerin sala 1937an, dema ku bi fermana Stalîn Kurd ji komarên din ên Sovyetê ber bi Kazaxistanê ve hatin sirgûnkirin. Di demeke dijwar de akademîsyenên Kurd û kesên xemxwar Komeleya Berbangê ava kirin, îro jî nifşek din vê karwanê didomîne.

Cîgirê Serokê Komeleya Berbanga Kurdî ya Kazakistanê Agalî Niyaz ji K24ê re ragihand: “Kurd li 13 bajarên Kazaxistanê dijîn. Komela Barbang li van bajaran hemû buroyên xwe hene, serokekî wê jî heye û çalakiyan dikin.”

Profesorê pêwendiyên navdewletî li zanîngeha Kazakh Ablai Khan li Almaty Dr. Murad Şamîlov dibêje: “Em salekê carekê kovara Nûbar û çar hejmarên jî rojnameya Jiyana Kurd derdixin û tê de nûçeyên li ser Kurdên Kazaxistan, Rûsya û Kurdistanê diweşînin.”

Kurd li Kazaxistanê zêdetirî 87 salan in di nav netewe û çandên cuda yên wî welatî de dijîn, lê niha axaftina bi kurdî di nava nifşê nû de babeteke pirsê ye, lewma rêvebirên Komeleya Barbangê hewl didin bi cidîtir li ser vê mijarê bixebitin.

Alîkarê Serokê Komeleya Berbanga Kurdî ya Kazaxistanê Îbrahîm Flît di vê derbarê de got: “Ya girîng ew e ku em zarokên xwe fêrî zimanê kurdî bikin, da ku bi kurdî biaxivin."

Herwiha Serokê Komîteya Şêwirmendiyê ya Komeleya Berbanga Kurdî Rafîq Mîrzoyev got: “Em kar li ser hîştina nerît, cilûberg û çanda kurdî dikin.”

Li Kazaxistanê her ku behsa kurdan tê kirin, Profesor Nadir Nadirov, Kinyaz Îbrahîmî û Gulhuseynê Hesen Musayev, navên diyar û stêrên herî geş ên Kurd in ku rola wan di warê zanistî ya Kazaxistanê de diyar e, Profesor Reşîd Nadirov jî niha li Kazaxistanê rêvebirê navendeke girîng a zanistiyê ye.

Di qonaxa niha de, pêşketina miletan tevlihev û bilez e, kurdên Kazaxistanê jî dixebitin ku bi awayekî aktîf di qadên cuda ên wî welatî de amade bibin, ku ev yek bûye sedema binavûdengekî baş ê Kurdan di warê zanist, aborî, karsazî, werzîş, huner û gelek qadên din de hebe.