Polîsên Alman bi ser hejmarek malên Kurdên li Hannoverê de girtin

Polîsa Almanî
Polîsa Almanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsên Almanyayê li bajarê Hannoverê bi ser malên hejmareke mezin ji alîgirên PKKê de girtin.

Li gor medyaya nêzikê PKKê, li bajarê Hannoverê yê Almanyayê hêzên polîsan duhî 10ê Çileya 2024an bi ser hejmarek malên Kurdan de girtine ku di nava wan de hunermendê Kurd Ciwan Çewlîk jî heye.

Heta niha sedema operasyona polîsan nehatiye eşkerekirin, lê tê çaverêkirin ku îro di derheqê bisergirtina malan de, daxuyaniyeke rojnamevanî were dayîn.