DEM Partî û CHP li ser pirsa hilbijartinên şaredariyan dicivin

Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM-Partî) û Partiya Gel a Komarê (CHP) di derheqê hilbijartinên şaredariyan de dicivin

Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tûlay Hatîmoglullari biryar e îro serdana Navenda Giştî ya CHPê li Enqereyê bikin û bi Serokê wê partiyê Ozgur Ozel re bicivin.

Li gor zanyariyan dê hevdîtinê de her du partî dê behsa behsa stratejiyên xwe yên li ser hilbijartinên şaredariyan bikin.

Ev di demekê de ye, şeva borî CHPê 242 namzedên xwe yên hilbijartinên şaredariyan eşkere kirin, ku 6 ji wan ji bo şaredariyên mezin in.

Pêştir di 13ê meha borî de Serokê Giştiyê CHPê Ozgur Ozel û şanda pê re li Enqereyê serdana Navenda Giştiya DEM Partiyê kiribû.

Piştî civînê jî, Hevserokê Dem Partî Tuncer Bakirhan got: “Hevdîtineke berhemdar bû. me behsa qeyrana Aborî, demokrasî, pirsa Kurd, qeyum, jîngeh û hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê kir. Em dibêjin, partiyên siyasî divê pirsgirêkan bi diyalog û hevdîtinan çareser bikin. Niha zêdetir pêwîstî bi diyalogê heye.”

Di hilbijartinên 2019 yên şaredariyan de û hilbijartinên 14 û 28’ê Gulanê de HDP piştevaniya CHPê kiribû. Lê niha wek berdewamiya HDP û Partiya Çepa Kesk, DEM Partî dibêje ewê li hemû bajaran namzetên xwe eşkere bikin û bibiryarin şaredariyên ji destê wan hatine derxistin û qeyum hatine danîn vegerînin.