Tirkiye mobayla zîrek li leşkerên xwe yên derveyî sînor qedexe dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê bikaranîna mobayla zîrek ji aliyê leşkerên xwe yên li navçeyên operasyonên dervayî sînor ve, qedexe kir.

Medyaya Tirkiyeyê ji zarê berpirsên Wezareta Bererevaniyê ya Tirkiyeyê veguhastin, bikaranîna mobaylên zîrek ji aliyê lekerên xwe yên li navçeyên operasyonên dervayî sînor, hatiye qedexekirin.

Pêştir jî, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser bikaranîna mobaylên zîrek ji aliyê leşkeran ve li navçeyên operasyonên dervayî welat, hişyarî dabû û gotibû, ew ê rêkarên pêwîst werbigerin.

Meha borî PKKê li Zapê û Xakûrkê êrîşî bingehên Tirkiyeyê kiribû û di encamê de, 12 leşker hatibûn kuştin. Ev hişyariya Erdoganî û biryara Wezareta Berevaniyê piştî van êrîşan hatine dayîn.