Kwêstan Mihemed: Bi biryara Serokwezîrî yekeyên akincîbûnê ji bo zarokên bêsemiyan tên dabînkirin

Kwêstan Mihemed
Kwêstan Mihemed

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Kar û Karûbarên Civakî radigehîne, “Bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, zarokên bêsemiyan ên ku jiyê 18 saliyê temam dikin tên damezransin û yekeyên akincîbûnê jî jê re tên dabînkirin”.

Wezîra Kar û Karûbarên Civakî Kwêstan Mihemed tevlî geşteka nûçeyên K24ê bû û ragehand, “Hemî ew zarokên ku li xaneyên bêsemiyanan ên Herêma Kurdistanê ne, dema jiyê 18 saliyê temam dikin, bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, tên damezrandin”.

Zêdetir ron kir, “Di kabîneya berê de, her zarokekê jiyê 18 saliyê temam kiribe ji xaneya bêsemiyanan derkeftiye, û mixabin niha çarenivîsa piraniya wan diyar nîne”.

Wezîra Kar û Karûbarên Civakî herwesa ragehand, “Di kabîneya nehê de, ew zarokên bêsemiyan ên ku jiyê 18 saliyê temam kiriye bi çi rengan çarenivîsa wan xirab nebûye, belkî piştî temamkirina jiyê 18 saliyê kar jê re hatine peydakirin û yekeyên akincîbûnê jî jê re hatine dabînkirin”.

Kwêstan Mihemed amaje da, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî nivîsarek pêşkêşî Desteya Weberhênanê kiriye ku, ji wan 20 hezar yekeyên akincîbûnê yên ku tên çêkirin, rêjeyek bê beranber bi Wezareta Kar û Karûbarên Civakî bê dan, ji bo ku wan zarokên bê serperişt tê de akincî bike yên ku jiyê 18 saliyê temam dikin”.

Wezîra Kar û Karûbarên Civakî got, “Li Silêmaniyê û Dihokê xane ji bo xwedîkirina zarokên di bin jiyê çar saliyê de jî hene, li 18ê vê mehê li Hewlêrê jî dê ew xane bê vekirin”.

Li dawiyê jî tekez kir, “Li ser hisaba Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hemî pêdivîtiyên jiyanê ji bo hemî zarokên bêsemiyan tên dabînkirin”.