Amerîka û Brîtanyay bingehên Hûsiyan li nav axa Yemenê moşekbaran dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden ragehand, bi hevparî bi Brîtanyayê re bi rengekê serkeftî bingehên komên nêzî Îranê li nav axa Yemenê moşekbaran kirine.

Fermandeya Hêzên Asmanî ya Artêşa Amerîkayê îro (Înî, 12ê Çileya 2024ê) ragehand, bi rêya 100 moşekan êrîş kiriye ser 60 armancan li 16 bingehên serbazî yên Hûsyan li nav axa Yemenê.

Herwesa ragehand, di êrîşên îro yên Amerîka û Brîtanyayê bo ser Hûsiyan de bingehên embarkirina çekî, sîstema moşekî û dron hatine armanckirin.

Serokê Amerîkayê jî ragehand, dê rêkarên dî jî bidin ber xwe, eger girjiyên Deryaya Sor zêde bibin.

Herwesa Serokwezîrê Birîtanyayê Rishi Sunak jî tekez li ser wê yekê kir ku, êrîşkirina li ser bingehên Hûsiyên nêzî Îranê li nav axa Yemenê giring û di cihê xwe de bû.

Ji aliyekê din ve Amerîka, Brîtanya, Awistiralya, Danîmark, Almanya, Holanda, Nûzîlanda, Kanada, Behreyn û Koryaya Başûr ragehandineka hevpar parve kiriye û tê de behsa wê yekê kiriye ku, Hûsiyan ji meha Mijdarê were 27 caran êrîş kiriye ser keştiyên bazirganî li Deryaya Sor, ew alî jî li ser dabînkirina ewlehiya wê deryayê rijd in.

Ji aliyekê din ve Nûnerê Rûsyayê li Neteweyên Yekgirtî Vasily Nebenzya daxwaz kir, Civata Ewlehiyê ya Navdewletî îro civîneka bilez li ser êrîşa Amerîka û Brîtanyayê ya li ser Hûsiyên Yemenê bike.

Nûnerê Rûsyayê li Neteweyên Yekgirtî tekez jî kir ku, arêşeyên Deryaya Sor bi rêya serbazî nayên çarekirin, berivajî, penabirin ji bo rêya serbazî dibe sedema çêbûna zêdetir qeyran û nearamiyan li deverê.