Îran êrîşên Amerîka û Brîtanyayê yên li ser Hûsiyan şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Îranê êrîşên Amerîka û Brîtanyayê yên li ser Hûsiyên Yemenê bi tundî şermezar dike û radigehîne, ew êrîş nedadperwerane ne û binpêkirina qanûna navdewletî ye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî îro (Înî, 12ê Çileya 2024ê) ragehand, welatê wî êrîşên Amerîka û Brîtanyayê yên li ser Hûsiyên Yemenê li çend bajarên Yemenê bi tundî şermezar dike.

Kenanî herwesa ragehand, ew êrîş nedadperwerane ne û binpêkirina qanûna navdewletî ye.

Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê serê sibeha îro (Înî, 12ê Çileya 2024ê) ragehand, nêzî 10 êrîşên asmanî bi hevpariya hêzên asmanî yên Brîtanyayê kirine ser bingeh û cebilxaneyên çekdarên Hûsiyên Yemenê li çend bajarên Yemenê.

Piştî wan êrîşan Erebistana Siûdiyê di ragehandinekê de daxwaz kir hemî alî xwe rabigirin û xwe ji alozbûna Yemenê dûr bikin.

Herwesa ji ber wan êrîşên asmanî yên Amerîka û Brîtanyayê li ser bingehên Hûsiyan, nirxê petrolê bi rêjeya 2.3% bilind bû û nirxê yek bermîla nefta xav brent gehişt 79.22 dolarên Amerîkayî.

Ji aliyê xwe ve Serokê Amerîkayê Joe Biden ragehand, bi hevpariya Brîtanyayê bi rengekê serkeftî bingehên komên nêzî Îranê li nav axa Yemenê moşekbaran kirine.

Biden herwesa ragehand, “Em dê rêkarên dî jî bidin ber xwe, eger girjiyên Deryaya Sor zêde bibin”.

Herwesa Serokwezîrê Birîtanyayê Rishi Sunak jî tekez li ser wê yekê kir ku, êrîşkirina li ser bingehên Hûsiyên nêzî Îranê li nav axa Yemenê giring û di cihê xwe de bû.