Hûsiyan hejmara çekdarên kuştî yên êrîşa îro ragehand

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka û Brîtanya serê sibeha îro êrîş kir ser hejmareka bingehên Hûsiyên Yemenê û hejmareka çekdarên wê kuşt û hejamrek jî birîndar kir.

Çekdarên Hûsiyên Yemenê di ragehandinekê de amaje da wê yekê ku, ji ber êrîşên serê sibeha îro (Înî, 12ê Çileya 2024ê) pênc çekdar hatin kuştin û şeş çekdarên din jî birîndar bûne.

Ajansa France Pressê di wî warî de ragehand, êrîşên Amerîka û Brîtanyayê li ser bajarên Sena, Teiz, Huce û Ehediyeyê hatine kirin.

Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) îro (Înî, 12ê Çileya 2024ê) ragehand, nêzî 10 êrîşên asmanî bi hevpariya hêzên asmanî yên Brîtanyayê kirine ser bingeh û cebilxaneyên çekdarên Hûsiyên Yemenê li çend bajarên Yemenê.

Piştî wan êrîşan Erebistana Siûdiyê di ragehandinekê de daxwaz kir hemî alî xwe rabigirin û xwe ji alozbûna Yemenê dûr bikin.

Herwesa ji ber wan êrîşên asmanî yên Amerîka û Brîtanyayê li ser bingehên Hûsiyan, nirxê petrolê bi rêjeya 2.3% bilind bû û nirxê yek bermîla nefta xav brent gehişt 79.22 dolarên Amerîkayî.

Ji aliyê xwe ve Serokê Amerîkayê Joe Biden ragehand, bi hevpariya Brîtanyayê bi rengekê serkeftî bingehên komên nêzî Îranê li nav axa Yemenê moşekbaran kirine.

Biden herwesa ragehand, “Em dê rêkarên dî jî bidin ber xwe, eger girjiyên Deryaya Sor zêde bibin”.

Herwesa Serokwezîrê Birîtanyayê Rishi Sunak jî tekez li ser wê yekê kir ku, êrîşkirina li ser bingehên Hûsiyên nêzî Îranê li nav axa Yemenê giring û di cihê xwe de bû.