Rêbaz Hemlan: Sûdanî li ser pirsa budceyê sozek daye şanda Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîrên Iraqê îro dicive û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî soz daye şanda Herêma Kurdistanê ku mijara sererastkirina yasaya bûdceyê bibe civînê ji bo biryar li ser bê dayîn.

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan ji K24ê re ragihand, Sûdanî soz daye ku bi lez projeyasaya sererastkirina yasaya bûdceyê li Encumena Wezîran pesend bike û ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji Parlamentoya Iraqê re bişîne.

Rêbaz Hemlan got: “Iraq dê mijara mûçeyan ji ‘xerciyên rastîn’ derxîne û têxe budceya ‘hakîme’ ku salane 10 trîlyon û 400 milyar dînar ji bo mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê tê dabînkirin.”

Herwiha got: “Ev guhertin dê ji aliyê du komîteyên Iraq û Herêma Kurdistanê ve bên kirin, guhertin dê bên amade kirin û ji Encûmena Wezîran re bên şandin. Biryare di civîna bê ya Encûmena Wezîran de deng li ser bê dayîn, paşê ji bo pesendkirinê, ji parlametoyê re bê şandin.

Di egera paşxistina projeyasaya sererastkirinê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye ku di vê mehê de “sulfeyek” li ser bûdceya sala 2024ê bo Herêma Kurdistanê bê şandin. Ji bo karmendên Herêma Kurdistanê mûçeyên xwe yên vê mehê werbigirin.

Pisporê yasayî Aras Ebdullah jî got: “Jihevnêzîbûna Hewlêr û Bexdayê, di berjewendiya Iraqê bi giştî de ye, ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha aştiyane û pabendbûna bi destûrê.”