Stephen Schwebel: Mafê Kurdistanê ye qanûna petrol û gazê hebe

Stephen M. Schwebel
Stephen M. Schwebel

Navenda Nûçeyan (K24) – Qanûnnas û şêwirmend û dadwerekê navdewletî amajeyê dide ku, mafê destûrî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku qanûn û rêyên xwe ji bo kertê petrol û gazê dane.

Li dû ragehandineka Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dadwer Stephen Schwebel di şirovekirineka qanûnî ya giring de piştgiriya mafên destûrî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di warê berhemanîn û birêvebirina kertê petrol û gazê de, dike.

Wekî ku wê ragehandinê bal kişandiye ser, vê dîtina Dadwer Schwebel pişta xwe bi fehimandineka hûr ji qanûna navdewletî û destûrê Îraqê ve girê daye, ku tekezê li ser mafên rewa û desthilata qanûnî û destûrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ji bo birêvebirina çavkaniyên wê yên petrol û gazê.

Schwebel destûrê sala 2005ê ê Îraqê şirove kiriye û tekez li ser wê yekê kiriye ku Herêma Kurdistanê desthilata birêvebirina samanên xwezayî heye, bi rêya madeyên 110, 114, 115 û 121 ên destûrî ku bi tevahiya giştî desthilata petrol û gazê nade Hikûmeta Federalî, belkî ev made rêyê didin herêman ku çawaniya berhemanîna petrol û gazê li deverên xwe kontirol bikin.

Wezareta Samanên Xwezayî amaje daye wê yekê jî ku, Schwebel biryara sala 2022ê ya Dadgeha Bala ya Federalî ya Îraqê li ser petrol û gazên Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî biryareka neqanûnî hesibandiye. Ew wesa difikire ku mafê destûrî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye qanûn û rêyên xwe ji bo kertê petrol û gazê dane.

Stephen M. Schwebel qanûnnasekê Amerîkayî û şêwirmend û dadwerekê navdewletî ye, pile û postên giring û cuda cuda hebûne.