Bernamzedên DEM Partiyê: Pêşhilbijartin rêbazeke demokrasiyê ye

Diyarbekir (K24) – Endamên Dem Partiyê ji bo ku namzedên partiya xwe bo hilbijartinên şaredariyan diyar bikin, diçin ser sendoqan. Di pêşhibijartinan de ji bo ku bernamzet mafê namzetiyê bidest bixin divê %50yî zêdetir dengan werbigirin.

Pêvajoya Pêşhilbijartinan a bo diyarkirina namzedên hilbijartinên şaredariyan di nava Dem Partiyê de dest pê kir. Di pêşhilbijartinan de li 90 herêman 100 hezar endam deng didin. Ji bo ku kesên bo namzediyê serîlêdan kirine mafê namzetiyê bi dest bixin, divê %50yî zêdetir deng bidest bixin. Bernamzedên ku ji bo namzetiyê serîlêdan kirine amaje dikin ku girîng û hêja ye ku di pêvajoya diyarbûna namzedan de jî rêbaza demokrasiye were bikaranîn.

Bernamzet Gencer Arpaci ji K24ê re got: “Îro li vê derê şahiya demokrasiye heye. Ev yek nîşaneya îradeya gelê kurd e. Gelê kurd kî bixwaze ewê bibin namzet ku demokrasi ser dikeve.”

Bo pêşhilbijartinan li Diyarbekirê li 17 navçeyan bo 20 hezar endaman 100 sendoq hatin danîn û benamzetan bal kêşandin ku bi pêşhilbijartinan bingeha demokrasiyê ya hilbijartinan tê xurtkirin ku ev yek dê bibe wesîle ku êdî bi hêsanî nekaribin hember wan pergala qeyumtiyê bi kar bînin.

Bernamzet Medenî Bukarkî dibêje: “Berê navendê namzed diyar dikir, lê niha ev yek bi îradeya gel pêk tê ku ji vê gavê pêş de jî eger dîsa dewlet qeyûman dane ev yek nayê qebûlkirin.”

Berê jî nav partiyên çepgir de rêbaza pêşhilbijartinê hatibû bikaranîn lê nava kevneşopiya Dem Partî de cara yekem e ku rayedarên Dem Partiyê balê dikêşin eger ev çand nava kurdan de rûne dê demokrasiya kurdan jî xurt bike.