Nêrgiz Mihemedî careka dî hat sizadan

Nêrgiz Mihemedî
Nêrgiz Mihemedî

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Inqîlabê ya Îslamî ya Îranê sizayekê dî ji bo Nêrgiz Mihemedî ya wergira Xelata Nobelê ya Aştiyê derxist. Li dû biryara nû ya dadgeha Îranê, salek û sê mehên din sizayê zindanîkirinê li ser wê hatiye sepandin, bi tometa kirine çalakiyan li dijî Komara Îslamî ya Îranê di nav zindanê de.

Li dû wan zanyarên kesûkarên Nêrgiz Mihemedî li torên civakî parve kirine, sizayê nû yê Nêrgiz Mihemedî ji bilî 15 mehên zindanîkirinê, du salan ji Tehranê û parêzgehên nêzî Tehranê dê bê dûrxistin û du salan jî wê maf nabe geştên derveyî welatî bike, herwesa ji bo wê nîne tevlî kom û torên civakî û siyasî jî bibe û di wê demê de nikare mifayî ji mobîlê jî werbigire.

Li dû zanyaran, rûniştina dadgehê bê haydarkirin û amadebûna Nêrgiz Mihemedî bi rê ve çû, ku ev cara pêncê ye siza ji wê re tên derxistin û cara sêyê ye bi tometa çalakiyên nav zindanê tê sizadan, bi tevahî sizayên wê gehiştine 12 sal û sê mehên zindanîkirinê, lêdana 154 qamçiyan, du salên qedeya geştkirinê ji bo derveyê welatî û veqetandina wê ji peywendiyên civakî û siyasî. Malbata wê jî biryarên dadgeha Îranê wekî biryarên siyasî binav dike.

Nêrgiz Mihemedî yek ji jinên çalak ên Îranê û parêzera mafên mirovan e, û par Xelata Aştiyê pêşkêşî wê hat kirin.