Partî û rêxistinên Bakur êrîşa îranê li ser Hewlêrê bi tundî şermezar dikin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Êrîşên Îranê yên li dijî Hewlêrê, li Bakurê Kurdistanê jî rastî bertekên tund hat û siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê amaje kirin ku nayê qebulkirin sivîl bibin armanca êrîşên hovane û bang li qada navdewletî hat kirin ku êdî sînorekê ji êrîşên Îranê re dane.

Partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê li gel rewşenbîr û nivîskaran ji bo şermezarkirina êrîşên Dewleta Îranê ya li ser Paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de bal hate kêşan ku ev demek e Îran êrîşî Herêma Kurdistanê dike û sedemên ku Îran nîşan dide ji rastiyê dûr in û sedema bingehîn dijminatiya Îranê ya li dijî kurdan e. Siyasetmedarên bang li qada navneteweyî kirin ku êdî bêdeng nemîne.

Cîgirê Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê Hanîfî Tûran ji K24ê re got: “Êdî cîhan ne ew cîhan e ku pirsgirêk bi tundiyê werin çareserkirin ku divê Îran jî vê bizane û em êrîşê bi tundî şermezar dikin ku divê qada navdewletî jî êdî bêdeng nemîne hember vê rewşê.”

Di daxuyaniya hevpar de bal hate kêşan ku êrîşên Îranê binpêkirina serweriya Herêma Kurdistan û Iraqê ye û Herêma Kurdistanê yek ji remzên aramiyê li Rojhilatanavîne û divê Îran êdî dest ji hêncetên wek Îsra’îl û Emrîkayê berde ji ber ku pirsgirên navbera Îran û Amerîka û Îsraîlê de bi êrîşên li dijî Herêma Kurdistanê çareser nabin.

Sekreterê Giştî Yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî got: “Êrîşa îranê êrîşeke tirsonek e ji berk u êrîşî sivîlan dikin. Eger armanca Îranê Îsraîl û Amerîka ye cihê îsraîl û Emerîkayê diyar e.”

Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê bal dikêşin ku Herêma Kurdistanê di rojhilatanavîn de remza aramî û seqemgiriyê ye ku êrîşên ser Hewlêrê aramiya Rojhilatanavîn jî têk didin.