Serokomarê Tirkiyeyê gefa operasyoneke nû li Rojavayê Kurdistanê xwar

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan careke din gefa operasyoneke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê ji Til rifetê heta bi Hesekê xwar.

Erdogan piştî civîna kabîneya xwe aşkere kir, ew ê operasyonên xwe yên dervayî sînor berfireh bikin. Operasyonên wan ên li ser sînorê Başûrê Kurdistanê dê berdewam bike û dê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê jî di mehên pêş de operasyoneke nû bikin.

Erdogan diyar dike ku, ew ji bo operasyoneke nû guh nade gotinên civaka navdewletî û ji Tel Rifatê heta Hesekê bingehên HSDê jinav bibin.

Erdogan wiha axivî: “Heta ku her bostê çiyayên bakurê Îraqê ewle bikin, dê operasyonên me yên li vê navçeyê berdewam bibe. Bi heman awayî li Sûriyeyê, ji Tel Rifetê heta Kobaniyê, ji Hesekê heta Minbiçê hêlînên terorê heta ku jinav nebin ranawestin. Ji bo van navçeyan soz dabûn me lê pabendê sozên xwe nebûn. Madem wisa ye, em jî dê rêkarên xwe werbigerin û di mehên pêş de gavên nû bavêjin. Em ê bi operaysonên xwe yên nû, paşaroja xwe gerentî bikin.”

Serokomar Tirkiyeyê amaje bi wê yekê kir jî, wan xwîna leşkerên xwe li erdê nehîşt û tenê di 5 rojên dawîn di êrîşên asîmanî ên li Başûr û Rojavayê, li 114 armancan dane ku tê de, 78 kes hatin kuştin.

Herwiha Erdogan got jî, Îstîxbarata Tirkiyeyê ji 12ê Çileyê vir ve, 60 cihên binesaziyê jinav birine.