Li 7 bajaran li dijî PKKê operasyonên leşkerî hatin kirin

Leşkerên Tirkiyê
Leşkerên Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li heft bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijî PKKê operasyonên leşkerî hatin kirin û 18 şikeft û stargeh hatine jinavbirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya daxuyaniyek belav kir û da zanîn, li dorûbera çiyayên heft bajarên wekî, Dêrsim, Şirnex, Sêrt, Çewlîk, Diyarbekir, Girsûn û Hatayê li dijî şikeft û stargehên PKKê operasyonên leşkerî hatine kirin.

Da zanîn jî, nêzikî hezar endamên hêzên ewlekariyê beşdarî operasyonan bûne û 18 şikeft û stargeh hatine jinavbirin û dest bi ser hejmareke mezin a çek, teqemenî û kelûpelên serbazî de hatiye danîn.