Egîtîm-Sen: Nebûna perwerdehiya bi zimanê dayikê newekheviya derfetan dixe navbera xwendekaran
Diyarbekir (K24) – Sendîkaya Perwerdeyê di derheqa dawîlêhatina serdema yekem a perwerdehiyê de raportek parve kir û bal hate kêşan ku nebûna perwerdehiya bi zimanê dayikê newekheviya derfetan dixe navbera xwendekaran û her wiha hat amajekirin ku hijmara dibistanan kêm e û xwendekar zêde ne.
Sendîkaya Perwerdehiyê EgîtîmSenê bi civîneke çapemeniyê li Diyarbekirê raporta serdema yekem a perwerdehiyê aşkere kir.
Di wê raportê de bal hate kêşan ku nebûna perwerdehiya bi zimanê dayikê, kêmbûna dibistanan, zêdebûna xwendekaran, kêmbûna mamostayan û givaşên li ser kedkarên qada perwerdehiyê pirsgirêkên perwerdehiyê li Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê zêdetir û kûrtir dikin.
Herwesa di wê raportê de tê gotin ku divê li gorî pîvanên perwerdehiyê di polekê de herî zêde 20 xwendekar hebin lê li Diyarbekirê di %87 ya polan de hijmara xwendekaran ji 20î zêdetir e ku ev yek wek polên qerebalix tên pênasekirin û dema rewş wisa be sudwergirtina xwendekaran ji perwerdehiyê kêm dibe.
%42 ya kedkarên perwerdehiyê dibêjin dibistanên wan ne paqij in, %38 ya wan dibêjin ji aliyê kelûpelên perwerdehiyê ve kêmasiyên dibistanan hene, %45 ya wan kedkarên perwerdehiyê didin zanîn ku ew rastî mobîngê ango givaş û zextê tên.