Wezîrê Dewletê li Wezareta Derve ya Almanyayê bi rêya tilefonê bi Mesrûr Barzanî re axivî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Dewletê li Wezareta Derve ya Almanyayê bi rêya tilefonê peywendî bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Wezîrê Dewletê li Wezareta Derve ya Almanyayê îro (Înî, 19.1.2024) bi rêya tilefonê peywendî bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir, herwesa serexweşî lê kir û hevxemî û piştevaniya welatê xwe jê re diyar kir.

Serokê hikûmeta Herêam Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî ji aliyê xwe ve spasiya piştgirî û hevsoziya welatê Almanyayê kir.

Her du alî li ser giringiya berdewambûna hêzên Hevpeymanan li ser erkên wan ji bo arîkarîkirina Îraqê û Herêma Kurdistanê di berhingarbûna terorê de hevnerîn bûn.

Pareka dî ya danûstandinên wan girêdayî çarekirina arêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê û dabînkirina mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê bû.