DEM Partî pêşhilbijartinên Diyarberkirê care din dubare dike

Dem Partî
Dem Partî

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) hilbijartina ku bo diyarkirina namzetên şaredariya mezin ya Diyarbekirê encamdabû, betal kir.

Koordînasyona Hilbijartina Bajêr ya Dem Partiyê da duhî di daxuyaniyekê de da xuyakirin, partiya wan biryar dabû, namzetên şaredariyan bi hilbijartinê diyar bike û bi vê armancê li gelek bajar û bajarokên, hilbijartin hatibûn kirin, lê li ser skala û giliyên ku hatine tomarkirin, biryara betalkirina hilbijartinê hatiye dayîn.

Hevberdevkê Koordînasyona Hilbijartinê yê Diyarbekirê Abbas Şahîn amaje bi wê jî kir, hilbijartina dubare, dê roja yekşemê 21’ê vê mehê careke din dê were encamdan. 

DEM Partiyê pêştir ragihandibû, ewê bi dengê endam û alîgirên xwe namzedên xwe ji bo hilbijartinên şaredariyan destnîşan bikin.