Ji ber teqîna butleke gazê 9 kes li Rojhilatê Kurdistanê birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Tîkabê yê parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, butleke gazê di malekê de teqiya û hejmare kes birîndar bûn.
Serokê Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Tîkabê ji ajansa “IRNA” re ragihand, di encama teqîna butleke gazê di malekê de, 9 kes birîndar bûne û bo nexweşxaneyê hatine rakirin.
Diyar kir jî, ji ber teqînê û beşek ji malê hilweşiya, hemû birîndar di bin çavdêriya bijîşkî de ne, lê yek ji birîndaran rewşa wî giran e.