Pispor: Li Çewligê metirsiya erdhejek nû heye û dê bandorê li Diyarbekir jî bike

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Piştî erdhejên 6ê Sibatê li Bakurê Kurdistanê civak êdî di nava metirsiya erdhejek nû de dijî ku gelek welatî li bendê ne ji jiyana di konteyneran de xilas bibin û di nava malekê de bijîn. Pispor jî balê dikêşin metirsiya erdhejek nû heye û divê ji saziyên dewletê heta welatiyan herkes li gorî vê rastiyê tevbigerin.

Bandor û şopên erdhejên 6ê Sibatê li Diyarbekirê xwe hîn jî didin der ku di erdhejên sala borî de li Diyarbekirê 409 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn û ji avahiyên xusar dîtibûn jî bo 2 hezar û 450 avahiyan biryara ruxandinê hatibû dayîn. Piştî erdhejan welatiyên ku xaniyên wan ruxiyayîn an jî xaniyên wan xusara giran dîtîn li Diyarbekirê di konteyneran de jiyana xwe didomînin. Welatiyên di konteyneran de dîjin dibêjin wan bêriya jiyana xwe ya berê kirine.

Mexdûra erdhejê Fatma Guneş Kaya got: “Xaniyê min Baglarê de bû. 3 situnên xaniyê min şikestin. Bu saleke ez li vir im. Ez xaniyê xwe dixwazim. Min bêriya mala xwe û jiyana xwe ya berê kiriye, vêderê çiqas baş be jî ti der nabe wek mala mirov.”

Erdhejên 6ê sibatê qadeke berfireh dabû ber xwe û di encamê de ji 50 hezarî zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest dabûn. Pisporên erdhejê didin zanîn ku li Bakurê Kurdistanê hîn jî meitrsiya erdhejek nû heye û ev yek wek erdhejên 6ê sibatê dîsa dê bandorê li Diyarbekir bike ku divê di hemû qadên jiyanê de li gorî vê rastiyê gav werin avêtin

Profesorê Jeolojiyê Şefîk Îmamoglû got: “Erdhejên 6ê sibatê 270 kîlometre ji Diyarbekir dûr bûn lê dîsa jî bandor li Diyarbekir kir ku navçeya Kanîreşê ya Çewligê nêzîktirî Diyarbekir e û em li wê derê li benda erdhejek ji 7ê mezintir in û dê bandora wê li Diyarbekir zêdetir be. Li wê derê derê Derza Bakurê Anatolyayê heye.”

Pispor balê dikêşin ku erdhej mirovan nakuje, ya mirovan dikuje avahiyên lawaz in ku divê bergirî werin standin û were zanîn ku erdhej rastiyek vê erdnigariyê ye.