HSD: 17 çekdar û 2 leşkerên Tirkiyeyê hatin kuştin

Êrîşên HSDê
Êrîşên HSDê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) aşkera kir, hêzên wan êrîşî baregehên artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve li herêmên cuda kirine û di encamê de 17 çekdar û 2 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de diyar kir, hêzên wan li hember êrişên dewleta Tirkiyeyê, baregehên artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdaran, li herêmên cuda kirine armanc.
Diyar kir jî, roja 15ê Çileyê, hêzên Meclisa Leşkerî Ya Minbicê êrîşî xaleke çekdaran a li gundê Siyade kir û di encamê de 4 çekdar hatin kuştin.
Li Eyn Îsayê jî, hêzên wan roja 17ê Çileyê bi çekên giran êrîşî benda kontrolê û baregeha artêşa Tirkiyeyê ya li gundê Şirkirak kirin. Lê agahiyên derbarê encamên vê çalakiyê de nehatin bidestxistin.

Li gorî daxuyaniya HSDê, xal û aregehên artêşa Tirkiyeyê û çekdarên ser bi wê ve li gundê Tîna a başûrê Girê Sipî, li gundê Selîbî yê rojavayê Girê Sipî ji aliyê hêzên wan ve hatine armanckirin û di encamê de şer û pevçûn jî derketine û 17 çekdar û 2 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin.