Pentagon: Nêzîkî 70 leşkerên Amerîkî di êrîşên mûşekî û dronan de li Iraq û Sûriyê birîndar bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) aşkere kir, ji meha Cotmeha sala borî ve, nêzîkî 70 leşkerên Amerîkî li Iraq û Sûriyê di êrîşên milîsên ser bi Îranê de, birîndar bûne.

Li gorî Pentagonê, di êrîşa dawî ya milîsên bi piştevaniya Îranê de li ser baregeha leşkerî ya Eyn Esed li parêzgeha Enbarê de, du leşkerên Amerîkî birîndar bûne. Her wiha çend leşkerên Iraqê jî bi giranî birîndar bûn.

Berpirsên Pentagonê ji “New York Times” re gotine, di navbera Comeha 2023 û 20ê Çileya 2024an de, nêzîkî 70 leşker di êrîşên dron û mûşekan de birîndar bûne. Lê piraniya wan piştî wergirtina dermankirinê vegeriyane ser karên xwe, ji bilî hejmareke kêm ku hêj di bin çavdêriya bijîşkî de ne.

Di dema borî de û piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê zêde bûne. Di bersivê de jî, Amerîka jî çend caran baregehên grûpên çekdaran li Iraqê kirine.