Zanayên olî: Di êrîşên îranê yên li ser Hewlêrê de ti pîvanek îslamî nîne

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li dijî êrîşên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê bertekek jî ji zanayên olî yên Bakurê Kurdistanê hat ku zanayên olî balê dikêşin ku kuştina sivîl û zarokan di ti olî de ne rewa ye û dema ku dewletek navê wê de Îslam hebe vê yekê bike ew dewlet dibe dijminê Îslamê jî.

Bertekên li dijî êrîşên Îranê yên ser Paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê berdewam in ku ji aliyê hemu beşên civakê yên Bakurê Kurdistanê ve êrîşên Îranê yên ku di encamê de zarok û sivîl Şehîd bûne tên şermezarkirin. Di vê çarçoveyê de şermezarkirinek jî ji zanayên olî yên Bakurê Kurdistanê hat. Zanayên olî yên Bakurê Kuridstanê dibêjin helwesta Îranê ya ser kurdan ji hemu pîvan û nirxên Îslamî dûr in.

Zanayê olî Hişyar Ozsubaşi ji K24ê re got: “Îraniyan li Mezopotamyaye milyonek misilman kuştin, ji berê de çi têkiliya wan bi Îslamê re nîne, Îran zalim e û zilmê li kurdan dike û xweda ji kesên zalim hes nake. Em helwest û êrîşên Îranê şermezar dikin.”

Saziyên sivîl ên îslamî yên Bakurê Kurdistanê jî derbarê êrîşên Îranê yên dijî kurdan de dibêjin sedemên ku îran bo êrîşan nîşan dide ji rastiyê dûr in û her wiha helwesta îranê ya li hember kurdan jî ne li gorî hiquqa îslamê ye.

Berdevkê Koma Diyalogê ya Dîcle Firadê Mihyedîn Batmanî dibêje: “Ez ehlî beyt im, Îran li gorî Îslamê tevnagere, ji ber dewletek biçuk a kurdan a federal çêbuye êrîşî kurdan dikin, naxwazin kurd bibin xwedî statu. Ez bawer im ku dê hesabê zilmê ji Îranê were pirsîn.”

Zanayên olî balê dikêşin ku navê fermî yê Îranê “Komara Îsamî Ya Îranê” ye ku Îslam li Îranê tenê wek nav heye lê liv û tevgerên Îranê ji Îslamê dûr in.