Ahmet Turk û Devrîm Demîr bûn namzedên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê

Diyarbekir (K24) – Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, îro ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ve wekî namzedê Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat ragihandin û Şaxa Dem Partiyê ya Mêrdînê danasîna namzediya wî û Devrîm Demîr kir. Li gorî agahiyên ku ji bo Kurdistan 24ê hatin dayîn, namzedê duyem bi biryara xwe vekişiyaye da ku Ahmet Turk bê pêşhilbijartin bibe namzed.

Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku di 13ê Rêbendana 2024an de li Mêrdînê ketibû pêşhilbijartinan, tevî ku di nav namzedan de dengên herî zêde yên delegeyên partiyê stendibû jî ji ber şertê 50 zêde 1 bi dest nexistibû, wekî bertek ji namzediyê vekişiyabû.

Li gorî agahiyên ku şêwirmendê Ahmet Turk ji bo Kurdistan 24ê ragihand, ji pêvajoya vekişandinê û pê ve hem rayedarên Dem Partiyê hem qadên sivîl û civakî yên Mêrdînê gelek hevdîtin bi Ahmet Turk re kirine da ku vegere namzediyê. Her wiha şêwirmendê wî diyar kir ku ew gotegotên ku di nav xelkê de wekî ku partiyê bernamzed Azad Yildirim ku di rêza duyemîn de bû dabe vekişandin dûrî rastiyan in, ji ber ku xelkê Mêrdînê dixwaze car din Ahmet Turk wekî hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bibîne, wî bixwe biryara vekişandinê daye ku pêşhilbijartin dubare nebe û Ahmet Turk rasterast bibe namzed.

Vegera Ahmet Turk a namzediyê, îro li Mêrdînê ji aliyê Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk DBPê Keskîn Bayindir ve hat ragihandin û di axaftina xwe de li ser navê xelkê Mêrdînê spasiya Ahmet Turk kir. Keskîn Bayindir ragihand ku namzedên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr in.