Rêbwar Hadî: Hikûmeta Îraqê li ser edilandina qanûna budceyê rijd e

Rêbwar Hadî
Rêbwar Hadî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Lijneya Qanûnî li Civata Nûnerên Îraqê dibêje, “Hikûmeta Îraqê kar dike ku pirojeqanûna edilandina qanûna budceyê bişîne Civata Nûneran ji bo ku li wê derê deng li ser bê dan û bê edialndin”.

Serokê Lijneya Qanûnî li Civata Nûnerên Îraqê Rêbwar Hadî îro (Yekşem, 21.1.2024) ji K24ê re ragehand, “Pirojeqanûna edilandina qanûna budceyê ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve tê amadekirin û li dû zanyarên me hikûmet li ser amadekirina wê pirojeqanûnê rijd e”.

Serokê Lijneya Qanûnî li Civata Nûnerên Îraqê amaje da, “Sedema paşkeftina şandina wê pirojeqanûnê ji bo Civata Nûneran ew e ku ne tenê pirsa mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ye, belkî çend mijarên din jî vedigire”.

Pêştir jî Arîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan ji K24ê re ragehandibû, “Sûdanî soz daye ku bi lez ew piroje li Civata Wezîrên Îraqê bê pejirandin û ji Civata Nûneran re bê şandin, ji bo ku arêşeya mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bê çarekirin”.

Herwesa behs kiribû, “Îraq mijara mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê ji “înfaqa fihlî” derdixe û dixe ser budceya “hakîme”yê, ji wê budceyê her sal 10 tirilyon û 400 milyar dînar ji bo mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê hatine dabînkirin”.

Arîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa gotibû, “Ew guhertin li ser qanûna budceya giştî ya Îraqê ji aliyê du lijneyan ve li Îraq û Herêma Kurdistanê tên kirin, edilandin tê berhevkirin û ji Civata Wezîran re tê şandin ji bo ku dengî li ser bidin, paştî dê ji Civata Nûnerên Îraqê re bê şandin ji bo ku bê pejirandin”.