Berdevkê DEM Partiyê: AK Partiyê herêmên Kurdan bi temamî jidest dane

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û Parlamentera Şirnexê Ayşegul Dogan got: “AKP gihîştiye wê astê ku li herêmê kurdan hema bêje nemaye.”

Ayşegul Dogan di hevpeyvîna xwe ya bi “T24” re behsa Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) û hilbijartinên herêmî yên ku dê di 31ê Adara 2024an de bên kirin, kir.

Berdevkê DEM Partiyê diyar kir, AK Partiyê piraniya xwe li navçeyên Kurdistanî winda kiriye û wiha got: “Di hilbijartina serokomariyê de, rêjeya dengên CHPê Diyarbekirê ji Îzmîrê zêdetir bû. Yanî divê ev wek piştgirîya siyaseta Kiliçdaroglu bê xwendin? Na, bêguman. Ev rasterast peyama gelê Kurd a ji bo Serokomar Erdogan bû.”

Amaje bi wê kir, “Encamên hilbijartinên 2023’an îdiaya ku gotinên Serokomar Erdogan li ber çavên kurdan serketî bû, pûç kir. AKP hatiye asteke ku hema bêje êdî li herêmê nemaye. Dema em li nexşeya parêzgehên kurdan dinêrin, Serokomar Erdogan bi tevahî jidest daye.”

Ayşegul Dogan got jî: “Kurdan bi hilbijartinên xwe yên Gulana 2023’an hem ji Erdogan re hem jî ji raya giştî ya Tirkiyeyê re ev peyam dan; 'Ez ji bo demokrasiya Tirkiyeyê, ji bo em hemû bi hev re weke welatiyekî wekhev, azad li Tirkiyeyê bijîn, erkê xwe cibicî dikim û ez ê berdewam bikim. Lê divê hûn bi baweriya min, çanda min, zimanê min, nasnameya min, tiştên ku min diafirînin jî min qebûl bikin.”

Berdevkê DEM Partiyê tekezî li ser wê yekê kir j, Kurdan di hilbijartinan de nîşan dan ku çendî ew lîstikvanên mezin in.