Namzedên DEM Partî yên 14 bajarokên Diyarbekirê diyar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Namzedên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yên 14 bajarokên Diyarbekirê diyar bûn.
Li Diyarbekirê pêvajoya destnîşankirina berbijêrên DEM Partiyê yên şaredariyan berdewam e û endam û alîgirên DEM Partiyê bi pêşhilbiajrtinekê bernamzetên hilbijartinê destnîşan dikin.
Hilbijartina bo diyarkirina berbijêrên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê berdewam e, lê li 14 bajarokan pêşhilbajartin dawî bûn û berbijêrên wan bajarokan diyar bû.
Encamên mîsoger dê paşê ji aliyê DEM Partiyê ve werin ragihandin.
DEM Partî ji bo diyarkirina namzedên hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê îro pêşhilbijartinan dike. Dengdan dê heta saet 17.00’an berdewam bike. Ger yek ji namzedan ji sedî 50 ê dengan nestîne, dê hilbijartin derbasî gera duyemîn bibe.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnaxê Mehmet Zekî Îrmez derbarê diyarkirina namzedan bi riya pêşhilbijartinan re dibêje: “Piştî hilbijartinên giştî partiya me pêvajoya rexne û rexnedayinê da pêş xwe û li gelek cihan civînên gel li darxistin. Di encamên civînên gel de daxwaza gel ev bû ku di hilbijartinan de namzetên xwe gel bi xwe hilbijêrin derket hole.”